Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Yekîtîya Ewropa jî gazin ji daxuyanîya Îranê kirin


Rojek piştî ku Tehranê got endazyarên wê di zaxkirina uranyûmê de bi serkeftine Rûsya û Yekîtîya Ewropa jî di şermezar kirina bernameya navokî ya Îranê de piştgirîya dîtina Welatên Yekgirtî yên Amerîka kirin.

Rûsya û Almanya gotin ev gavên ku Îran davêjin ne ber bi rêyeke rast ve ye û Fransa jî ji Îranê xwest ku van karên xwe yên ne tekûz rawestîne.

Îranê ragihand ku ew di zaxkirina uranyumê de berhemanînê ber bi bi rengekî kardarî ve birine bo hêza navokî ya atomî û Îranê ev daxuyanî kir 15 roj piştî muhleta sî rojan ku Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî dabû Tehranê bo rawestandina hemu karên wê yên navokî

Serokê Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî Muhammed El Baradayî dê di Civata Tenahîyê de bi peyive piştî muhleta 28ê Nîsanê ku Neteweyên Yekgirtî dabû, bi dawî bê.

Wisa çaverê tê kirin ku dê El Baradayî îro çarşem bigihîje Îranê bo axaftina pirsgirêka navokî ya di navbera vî welatî û rojavayê de ku bûye egera şikan ku Îran bi dizî çekên navokî çêdike.



XS
SM
MD
LG