Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnameyeke Amerîkî dibêjît qamyonêt li Îraqê çi pêywendî bi çekêt navokî nebûne


Rojnameke serekî ya Amerîkî radgehînit desteyeka nepenî bo peydakirina rastîya dibêjît kamyonêt ku piştî dagirkirina Îraqê hatibûne dîtin çi peywendî bi çekêt navokî ve nebû, herçende serok Bush îddîa kiribû ew du kamyon ezmungehên gerok yên çekan bûn.

Rojnama Washington Post li ser zarê karbidestêt ku nexwest navêt wan belav kin ragihand ku desteya nepenî ya peydakirina rastîyan pêzanînên xwe dabûne Washington du roja berî ragihandina rêzdar Bush li 29ê heyva 5 Gulana sala 2003. Hingî serok Bush gotibû du lorîyêt ku hêzêt Amerîkî û Kurdan girtibûn ezmungehêt gerok yên çekên bayolocî bûn.

XS
SM
MD
LG