Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê şeş polîs hatine kuştin


Polîsê Iraqê ragehand ku xirabkaran boseyek bo karwaneke polîsên nêzîkî Bexda danaye û bi kêmî şeş efserên polîsan kuştine û 10 birîndar kirine.

Ew hêrîş demeke dereng roja pêncşemê çêbû û ew polîs ji bajarê Necef xwe dibîn da otomobîlên nû li bingeheke leşkerî yên Amerîkî li Bexda wergirin,

Ji layekî dî ve leşkerê Amerîkî roja pêncşembî ragehand ku serbazên Amerîkî û Îraqî terorîstek xwestî kuştîye ku têkelî digel Usame Bin Laden û rêberên dî yên terorîstî hebîye.

Li beyannameyeke leşkerî hatîye ku Rafet Îbrahîm Fettah ku herwisa bi Ebu Umer El Kurdî dête nîyasîn di hêrîşekê de heyva buhurî nêzîkî Ebu Xirêbê hatîye kuştin.

Herwisa êrîşbirekî xwekuj li Musul xwe bi ser otomobîla polîsan ve teqand û di encamê de neh polîs hatine kuştin.


XS
SM
MD
LG