Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îsraîlê di êrişa xwekuj da 9 mirov hatine kuştin


Di êrişeke xwekuj linav bajêrê Telabîb yê Îsraîlê da neh mirov hatine kuştin, pêtir ji 60 kesan jî birîndar bûn.

Êrişbirê ji komela tundrê Cîhada Îslamî roja Duşembî bombeyên bi xwe ve li cihekî xwarina ser pîyan li navenda berê ya otobûsan peqandin. Heman xwaringeh li meha yek jî bibû armanca êrişeke bi bombeyan.

Televîzyonên herêmî vîdeoyeke mîlîtanekî ji bajêrê Cenîn yê Kinara Rojava belav kir ku têda berpirsîyarîya wê êrişê werdigrît. Şahidên Filistînî dibêjin hêzên Îsraîlê domandorên devera Cenîn girtin.

Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmertî li dû êrişa xwekuj got Îsraîl hizrên xwe diket ka dê çi bersivê bidet. Karbidestan got Wezîrê Berevanîyê Şa’ul Mofaz dê şeva Duşembî bi qumandarên leşkerî ra kombît.

Ew li Îsraîlê yêkemîn êrişa xwekuj bû piştî ku hikûmeta komela tundrê Hemasê berî sê heftîyan hatî ser desthilatê.

Peyivdarekî Hemasê berevanî li wê êrişa bi bombê ya roja Duşembî li Telabîbê kir û got ‘‘ew li himber şerfiroşîya Îsraîlê bersiveke meşrû ye.’’

Serokê Filistînî Mehmud Ebbasî ew êriş mehkûm kir.

Hikûmeta Amerîka ew êriş wek kiryareke nehez dana û got çi hecet jê êrişeke wesa ra nînin.

XS
SM
MD
LG