Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Çelê 2 serbazên Tirk birîndar bûn


Li navçeya Çukurca (Çelê) ya Hekkarî di kiryareke leşkerî li dijî serhildayên Kurd da, efserek û serbazekî dî yê Tirk birîndar bûn.

Ew kiryara leşkerî li wê herêma ser sînorê Îraqê komandoyên çiyê yên Hekarî, komandoyên ji bajarê Ispartayê birêve diben.

Ji alîyê dî ve, li yek ji mezintirîn kolanên navçeya Bakirkoy a Stenbolê bombeyek teqiya û di encamê da 31 kes birîndar bûn. Karbidestên Tirk radigehînin ku ji birîndarên wê bombeya dengî sisê polês in. Hew weha rawşa du birîndarên wê teqîyana êvarîya Yekşembî giran e. Yek ji wan zarok e.

XS
SM
MD
LG