Karbidestên Rûsî berdewamin li berhelistî kirina bîrokeya danana toleyan li dijî Iranê, li demê kû divêt Ajanasa Hêza Etomiya Nêvneteweyî bizavê biket bo çare kirina kêşa bernama navokî Iranê.
Cegirê wezîrê derveyê Rusî, Sergî Kislyak, roja eynî helwêsta Rusiyayê dubare kireve kû divêt delîve biçavdêrên Neteweyên Êkgirtî bête dan da kêşê çare biken.
Mosko ragehand ku ew razî nabît kû tole liser Iranê bête danan heta belgehên ron û aşkera nebin kû bernama navokiya Iranê bo mebestên aştiyê nîne.
Ajansa Deng û basên Itar Tass gotinê peyvdarê wezareta derveya Rusî belave kiriye kû dibêjît Rusya dê razî bît basê gemaroiyan biket piştî belgehên dirûst û aşkera bibînit liser çalakiya navokiyê Iranê.
Rusya ragehandiye kû Ajansa Hêza Etomiya Nêvneteweyî dîviye mamelê digel kêşeya Iranê biket.
Lê Amêrkayê roja pênc şembî ragehand kû dem birev danana toleya netewên êkgirty li dijî Iranê diçît. Peyvdarê wezareta derveya Amêrîka, Şan Mekormek (Sean McCormack) got eger helwêsta Iranê nehête gohartin, Waşinton (Washington) di daxwaza biryareka netewên êkgirtî ker kû dibêjîte Iranê programa zax kirina yoranyoma xwe rabigrît.