Serokê Iraqî Celal Talebanî syasetvanê Şî’e Cewad El-Malikî bu posta serokwezîrî dest nîşan kir û daxwaz jê kir hikumetê pêk bînit.
Talebanî li demê kombûna perlemanî evro şembî ev daxaze kir, ku têda herwesa berbijarêt postêt serekî yêt hikumetê hatine pejirandin.
Celal Talebani bu gereka dî ya serokatîyê hate helbijartin û Erebê Sunnî Mehmûd Meşhedanî bu posta serokê perlemanî hate helbijartin.
Hevdem, polîsê Iraqî ragehand ku li encama peqîna dû bombêt birex şeqamê nizîkî Beqube dû kes hatine kuştin û 10 kesêt dî birîndar bûn.