Karbidestên Misrî dibêjin di sê peqîyanên êvarîya Duşembî li havîngeha Dahab da 18 mirov hatîne kuştin.
Karbidest dibêjin li wan peqîyanên roja Duşembî direng, 62 mirov jî birîndar bûyne.
Jimara kuştî û birîndaran berî niha bilindtir hatibû ragihandin.
Karbidest dibêjin ji kuştîyan 12 Misrî, şeş jî bîyanî ne.
Li dû peyaman peqîyanek li otêlekê û ya dî linav bazareke li naverasta wî bajêrê gerîdeyan yê qelebalix qewimîn.
Li dû wan bûyeran karmendên hewarçûnê û polîs tejî wan cihan bûn.
Hêj kesekî berpirsîyarîya wan êrişan wernegirtîye.
Serok Bushî ew peqîyan wek ''kiryareke dirûnde'' bi tundî mehkûm kir. Serokê Misrê Husnî Mubarek got ew terorîzm e û soz da ku berpirsîyaran bigirît.
Dahab li berava Kendava Aqabe ya rojhilata zigirava Sîna ye. Gelek Îsraîlî û bîyanîyên dî bi seredan diçine wî bajêrî. Karbidestên Îsraîlî dibêjin wan hay ji çi birîndarên Îsraîlî nîne. Îsraîlê pêşnîyara şandina desteyên rizgarkirinê kir.
Par di êrişeke bi jimareke teqîyanan li bajêrê Şarmeşêx li ber lêva Derya Sor da 60 mirov hatibûne kuştin.