Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînijad dibêjît Îran belku ji Peymana Navokî vebît


Serokê Îranê Mehmud Ahmadînijad berjengan didet ku çêdibît welatê wî ji Peymana Nehêlana Belavbûna Çekên Atomî vebît, heger, bi gotina wî, çi berjewendîya Îranê di wê peymanê da nebît.

Serokê Îranê roja Duşembî li Tehranê we got çar rojan berî kombûna Cıvata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî ku guhê xwe bidete raporta Navenda Navneteweyî ya Hêzûtêhna Navokî derbarê awayê alîkarîya Îranê bo lêvekolên navneteweyî da.

Wê navendê li meha bihorî gotibû Îranê bersivên hemî pirsîyarên li ser bernameya wê ya navokî nedayne.

Mehmud Ahmedînijad ji alîyê xwe ve got wê navenda navneteweyî çi delîl nedîtîne ji bo wan îddîayên Amerîka ku Îranê bernameya nepenî ya çekên atomî heye.

Serokê Îranê got ji ber ku rêberên Îraqî serokwezîrê hikûmeta nû dîyar kirîye, êdî pêwîstî nemaye ji bo dabnûstandinên linav Îran û Amerîka.

XS
SM
MD
LG