Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wêneyek Van Gogh bi 40 milyon dolaran hate firotin


Van Gogh ev wêne li sala 1890 çêkirîye û ev wêne yek ji pênc wêneyên ku ji bo xatirê hevalê xwe hunermendê bi navû deng Paul Gaugin û li ber tabloyên wî çêkirine.

Babeta tabloya wî wêneya madame Marie Ginoux e. Madame Marie Ginoux xweyîya qehwexaneyekê bûye li Arles li Fransayê ku herdu hunermend ji bo demek kin li wir jîyabûne. Ev dem ew dem e ku Van Gogh guhê xwe jêkiribû. Wî ev wêne di dema ku li Fransayê xwe sax dikir çêkiriye.

Van Gogh di nameyeke xwe de ya ku li sala 1890ê ji Gaugin re nivîsandîye li ser vê tabloyê dibêje “Dema min ev wêne li ber ya ku te çêkiribu çêkir ji bo ku bijbe ya te çi ji destê min hat min kir belê min herwisa xwest ku ez ew li gorî dilê xwe jî şîrove bikim bi rêya rengan, giranîya kesayetîya wêneyê û bi stîla wê min xwe serbest hişt.”

XS
SM
MD
LG