Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îsraîlê xwe ji bo sînorên nû amade dike


Ehud Olmert dema hikumeta xwe pêşkêşî parlamanê kir got lazime îsraîl dev ji çend akincîgehên li kenara rojava berde bo plana xwe ya ji nûve çêkirina tixub û sînorên Îsraîlê di nav van çar salên bê de.

Olmert dibêje dema îsraîl xwe ji çend akincîgehên Kenara Rojava bikşîne nîyeta wî heye ku dev ji çend hebên mezin bernedin ji ber ku bi deh hezaran Îsraîlî di vê demê de di wan akincîgehan de bi cîh bûne. Dibêje ew dixwazin di vê pêvajoya çêkirina tixubên Îsraîlê de tevî Filistînîyan bihevre kar bikin belê eger ev bizav bi sernekeve, wê hikumeta wî bi biryarên yek alî, li gorî serê xwe hereket bike.

Olmert dibêje Îsraîl nikare her li hêvîyê bimîne û di derbarê paşeroja xwe de nikare biryarên girîng li benda bizavên filistînîyan bihêle.


Partîya Kadîma ya rêzdar Olmert di hilbijartinên Îsraîlê de li bîst û heyştê meha sê-Adarê bi serket belê di parlamana Îsraîlê ya bi 120 kursî de tenê 29 kursî wergirtîye. Li Îsraîlê Partîya Kar ya ku ser bi baska çep ve ye tevlî buye nav partîyên hevalbendîyê bi Olmert re dikin û herwisa çend partîyên din yên piçûk jî tevlî vê hevalbendîyê bûne . Partîya Şas ya herî tundrê yek ji wan e û rêberên wê xema xwe dîyar kirine li ser plana vekêşana ji Kenara Rojava.

Di vê navê de serokê Filistînê Mahmud Abbas gazî rêberên Îsraîlê kir ku dîsa dest bi danûstendinên aşîtîyê bikin. Dibêje nîyeta wî heye ku ji xelkê Filistînê bixwaze ku çi bizava aşîtîyê bi Îsraîlê re hate pêşkêş kirin bila di hilbijartinê de dengê xwe bidinê. Ev bizav wiha tê şîrove kirin wek rê girtina li ber dijberîya hikumeta Filistînî ya bi rêberîya Hamasê li hember hemû bizavên aşîtîyê bi Îsraîlê re.

Karbidestên Îsraîlê dibêjin xuya ye ku rêzdar Olmert wê bi Mahmud Abbas re di nav çend rojên bê de kom bibe, belê dibêjin heta ku Hamas dev ji sîyaseta xwe ya nenasîna Îsraîlê û nenasîna li hevkirinên berê yên di navbera Îsraîl û Filistînîyan de bernede û dev ji çekan bernede ew hîvîya danûstendinên aşîtîyê nakin.

XS
SM
MD
LG