Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya NY bala xwe dide  Amerîka ji bo îşkencê


Welatên Yekgirtî xwe parast di derbarê muamela ku li bergumanên terorîst yên li derveyê Amerîka girtîne dike li hember vekolîna ku Komîtya Neteweyên Yekgirtî ya Îşkencê dike li ser ku ka Amerîka di tanga hemu dinyayê de dimeşe di derbarê qedexekirina îşkencê de.

Di civîna li ber komîteyê li Cenevre Alîkarê Wezîrê Derve li ser Mafên Mirovan Barry Lowenkron ji Komîteyê re îro în got Amerîka li dijî îşkencê ye her li çi deverê bê kirin.


Civînên li hember civatê wê îro û roja duşemê bên kirin ku ev civîn ji dema ku Amerîka dest bi şerê li dijî terorê kiriye û heta îro cara yekem in ku Washington tînin ber raya giştî li ser îşkence kirinê.


Wisa çaverê tê kirin ku Komîteya Neteweyên Yekgirtî bi giştî bala xwe bide van çend babetan; ka Amerîka bi çi manîyê gotina îşkencê şîrove dike, sîyaseta wê ya girtina mirovan bi çi awayî ye û gelo raste ku girtîgehên wê yên veşartî hene.

Ev civînên han hatin kirin çend roj piştî ku Parlamana Ewropa dest bi lêkolînê kir ka gelo ew îddîa rast in ku CIA li dijî qanûnê bergumanên terorîst ji ser qerexa Ewropayê derbaz kiriye. Komeleyên mafên mirovan dibêjin Amerîka li rojavayê Ewropa hin girtîyan xistîye nav girtîgehên veşartî û îşkence li wan kiriye.

XS
SM
MD
LG