Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Michael Hayden yeke ji berbijarêt serok Bush bu posta rêveberê CIA


Karbidestêt bilindêt rêveberîya serok Bush dibêjin ceneralê hêza asmanî Michael Hayden yeke ji berbijaran bu posta rêveberê Ajansa Agehîya Navendî (CIA).

Karbidest dibêjin navê berbijarê serok Bush bu wê postê bûheye roja dûşembî bête ragehandin, piştî Portor Goss roja eynî dest li karî vekêşa.

Ceneral Hayden nuke cêgirê rêveberê Agehîya Niştîmanî ye û rêveberê berî yê Ajansa Parastina Niştîmanî bu. Goss dest li karî vekêşa kêmtir ji dû sala piştî ew buye rêveberê CIA.

Egera dest likar vekêşana wî bi fermî nehatîye ragehandin, lê rojnama Washington Post ragehand ku serok Bush bawerî bi Goss ji dest da û daxaz jê hatye kirn da dest li karî bikêşit. Lê Seraya Sipî vê rîportê ret diket.

XS
SM
MD
LG