Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê pênc kes hatine kuştin


Karbidestêt Iraqî dibêjin pênc kes hatine kuştin û deh birîndar bûne bi peqîna otomobîlek bombekirî li nêzîkî avahîya dadgehekê li rojava Bexda.

Leşkerê Amerîkî dibêjît serbazekî Amerîkî evro hate kuştin bi peqîna bombeke li ser caddê li başûra rojhilata Bexda.


Bi alîyekî dî ve belavnameyeke leşkerê Amerîkî dibêjît serbazan şarezayekî çêkirina bomba Alî Walî ji komela terorîstêt Ensar El Îslam kuştîye di hêrîşekê de li ser terorsîtan, roja şembî her li Bexda.


Leşkerê Amerîkî dibêjît yek kes hatîye kuştin û du birîndar bûne demê da bombekê çêkin û di desta de peqî, roja yekşembî li mizgeftekê li Bexda.

XS
SM
MD
LG