Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên mezin li ser stratejîya li himber Îranê pêknehatin


Welatên hêzdar yên ji bo çareserkirina kêşeya navokî ya Îranê dixebitin li ser stratejîyeke hevgirtî li Cıvata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî pêknehatin.

Wezîra Derve Condoleezza Rice û wezîrên derve ji endamên dî yên herdem li Cıvata Tenahîyê şeva duşembî bi çend seetan li New Yorkê kombûn. Nûnerên Almanya û Yêkitîya Ewrûpî jî di civînê da beşdar bûn.

Wezîra Derve ya nû ya Brîtanyayê Margaret Beckettê got ew kombûneke girîng lê bi zehmet bû.

Karbidestekî bilind yê Amerîka got ew wezîr hevbîr bûn ku divêt Îranê şîyana çekên atomî nebît, lê nikarîn bigehine rêkeftinekê ka wê hizrê çawa bicih bînin.

Karbidestê Amerîkî yê xwest ku navê wî eşkera neken got dûr e ku ew pêkbên berî dengdaneke vê heftîyê li Civata Tenahîyê. Reng e ku ew welat îro dîsa danûstandinan biken.

XS
SM
MD
LG