Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran bi du firokeyan sînorê Herêma Kurdistanê bombebaran dike


Hêzên asmanî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine asmana Herêma Kurdistanê û deverên Xakurk û Xinêre û Lûlan bombebaran kirine.

Li dû jêdereke ku nexwestîye navê xwe bide Radyoya Dengê Amerîka, ew êrîş bi armanca zîyan dana PKKê hatine kirin belê ji ber ku PKKê cîyên xwe guhortîne tu zîyan negihîştîyê. Lê ev êrîş bûye egera zîyana xelkê deverê.

Di nav van du heftîyên buhurî de ev çendîn car in ku hêzên Komara Îslamî ya Îranê sînorê Herêma Kurdistanê bi egera me behs kirî bombebaran dikin.

Eger bixwazî guh bidî vê raportê ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje “Li raporta Êrîşên Îranê guhdarî bike” bitiqîne.

XS
SM
MD
LG