Rêvebirê parastina niştimanî ya Îranê Alî Larîcanî got welatê wî hazirîya xwe vekêşanê naket ji peymana Nehêlana Belavbûna Çekên Atomî û bi gotina wî ji kêşeya navneteweyî ya sebaret bernameya wê ya navokî ra daxwaza çareyeke dîplomatîk diket.
Larîcanî li demê serêdana yêk rojî bo Enqerê gote televîzyona taybetî ya Tirkîyê NTV yê divêt cihê çareserkirina pirsên navokî Navenda Navneteweyî ya Hêzûtêhna Navokî bît ne Neteweyên Yêkgirtî.
Mebesta Larîcanî ew pêşnîyarên bo ambargo an toleyên navneteweyî bûn ya çêdibît ku Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî bipejiînit eger Tehran rişt bît li ser zaxkirina Uranyumê, me’denê pêwîst ji bo çêkirina bombeya atomî. Larîcanî her wesa hûşdarî da li ser bizaveke leşkerî ya Amerîka li dijî Îranê û got ger Amerîka we biket ew dê xwe bêxîte linav belayeke ji ya Îraqê xirabtir. Wî got çêdibît ku nameya Serokê Îranê Mehmud Ehmedînijadî bo Serok Bushî li ser bijarên dî yên çareyan bi wê pirsê ra rêyeke nû veket, lê derheqê wê namê da tiştekî dî negot.
Îran li van mehên dawîn dixebitît nehêlît ku hevrika wê ya ji mêj ve Tirkîye li wê jêknegirtina navokî tayê Amerîka bigirît. Tirsa Îranê ew e ku ger Amerîka bizaveke leşkerî bijart Tirkîye bingehên xwe yên leşkerî ji Amerîka ra veket.
Karbidestên Amerîkî û Tirk dibêjin rast nîne ku Wezîra Derve Condoleezza Rice'ê li
demê serêdana xwe ya meha bihorî bi îhtîmala wergirtina wan bingehên leşkerî ji Tirkîyê axiftîye. Heta niha piştevanîya Tirkîyê sînordar bûye ku Îranê hişyar biket ji encaman heger ew daxwazên lêvekolên Navenda Navneteweyî ya Hêzûtêhna Navokî bicih neînît û rêyeke bêasteng jêra veneket bo nêhrîna wan li destgehên wê yên karûbarên navokî. Çaverê dihate kirin ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan li demê kombûna bi Larîcanî ra wan hûşdarîyan dubare biket.
Tirkîyê gellek nexweş e bi îhtîmala êrişeke Amerîka li ser Îranê an îhtîmala ambargo an cizayên navneteweyî. Li van 300 salan têkilîyên Tirkan û Farisan her car car bi girjî bûyne, lê bi giştî aram bûyne. Tirkîye bahra mezin ya petrola xwe ji Îranê dikirrît. Îran jêderê duwem yê gaza xwezayî ye ji Tirkîyê ra. Ew her du welat li van salên dawîn hevparên heman xemê ne; xema ji îhtîmala hilketine dewleteke serbixwe ya Kurdan li bakûra Îraqê. Ew ditirsin ku Kurdên nerazî yên linav wan dê çav bidene dewleteke serbixwe ya Kurdan li ser tixûbên wan.
Ji ber wan alozîyan linav Tirkîye û Amerîka jêknegirtin heye. Ji ber ku Washington red diket ku li dijnî serhildayên Kurd yên bingeh li bakûra Îraqê kiryareke leşkerî biket. Hikûmeta Amerîkî dibêjît ew nikarît tiştekî wesa biket li demê ku hêzên wê li naverast û başûra Îraqê bi şerrê serhildayan ve mujil in. Komela serhildayên Kurd PKK ji bilî ragirtina car caran ji sala 1984ê were şerrê hêzên parastina Tirkîyê diket. Îran li van heftîyên dawîn kampên PKKê yên li ser tixûbê Îraqê didete ber bombeyan bi hisaba xweşkirina dilê Tirkîyê û afirandina dubendîyekê linav Enqere û Washingtonê .
Larijani roja Duşembî Amerîka gunehbar kir û got karbidestên Amerîkî li bakûra Îraqê bi dizî ve digel qumandarên serhildayên PKKê ra komdibin û dipeyivin. Amerîka wê îddîaye rêd diket.