Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin dibêje lazime Rûsya parastina xwe qewî bike


Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dibêje lazime Moskow wek Amerîka sazkarîyeke qewîtir ji parastina xwe re ava bike.

Îro çarşem di axaftina xwe ya salane ya netewî de rêzdar Putin li Mowkowê got Welatên Yekgirtî yên Amerîka karekî baş kiriye ku welatê xwe kiriye mîna kelayekê bi xêra pêreyên bo leşkerîya wê ya ku 25 car ji ya Rûsyayê zêdetir e.

Rêberê Kremlînê dibêje lazime Rûsya leşkerê xwe modernîze bike da ku bawerî bi parastina wê hebe û ew qewîtir bibe. Dibêje hêj zûye ku bêjin lazime netew dev ji berêkanîya çekdarîyê berdin ji ber ku ew hê bi rêyên nû yên teknolojîyê leşkerên xwe bi pêşve dixin.

Rêzdar Putin herwisa bi dirêjaryî li ser pirsgirêkên navxweyî axift. Wî got lazime Rûsya şeş meh berî muhleta wê, heta 1ê meha heft Tîrmehê perê xwe Rûbleyê wergerîne.

Rûsya di nîvê meha heft Tîrmehê de li Saint Petersbûrgê ji kombûna aborî ya 8 welatên sazkar yên cîhanê re mêvandarîyê dike.


Rêzdar Putin dibêje kêm bûna nifûsê ji Rûsyayê re pirsgirêkeke girîng e. Hikumet bizavê dike ku piştevanîyê bide jin û mêrên ne pîr da zedetir zarokan çîbikin.

Wî herwisa got lazime welatên din danûstendinên Rûsya yên bi Rêkxistina Bazirganîya Cîhanî re ji xwe re nekin sebeb bo bela xwe li Rûsya xin li ser meseleyên ku ne têkilî van danûstendinan in.



XS
SM
MD
LG