Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endonesya dixwaze navgînîyê bike ji bo kêşeya navokî ya Îranê


Serokê Endonesyayê dibêje ew dixwazin nava Îranê û welatên Rojavayî çêbikin li ser kêşeya Îranê ya navokî ku ew welatên rojavayî şikê ji Îranê dikin ku Tehran bi bernameya navokî bombayên navokî çêdike.

Serokê Endonesya Susilo Bambang Yudhoyono îro çarşem li sera serokatîyê li Cakarta mevandarîya serokê Îranê Mahmud Ahmedînîjad kir.

Rêberê Endonesyayê dibêje bi bawerîya wan bernameya navokî ya Îranê bi armancên aştîxwaz in û karin kêşeyê bi danûstendinan û dîplomasîya navnetewî çareser bikin.


Îran dibin sengîyeke giran ya Welatên Yekgirtî yên Amerîka da ye ku dev ji karên xwe yên navokî berde an wê ambargo û toleyên Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî deynin ser.

Îro li Moskowê serok Vladimir Putin got her li çi deverê dinyayê be jî Rûsya êşkere li dijî zêdebûna çekên navokî ye. Belê bi mana pirsgirêka vê dawîyê ya di navbera Îranê û Welatên Yekgirtî de wî got çareyên bi bikaranîna hêzê tucar tu encamê nedaye.



XS
SM
MD
LG