Pênc terorîstên daxwaz kirî ku hatibûn girtin û zindan kirin li Qela Sûsê revîne û heta niha nehatine girtin û lêgeryan û pêdaçûn berdewam e.
Jêderek ji Dengê Amerîka re goy ew pênc kes Ereb in û eger bi bernameyeke ji derveyê zindanê ew pênc kese nehatibine derbas kirin, ava renge bêne girtin çinku ew zîndan nêzîkî çîyayê Pîremegrûn e û renge ku bigehîne wî çîyayî lê derbaz bûna wan bo deverên naverasta Iraqê karekî bi sanahî nîn e.
Xeberê revîna wan pênc kesan ji layê hikumeta Herêma Kurdistanê ve nehatîye ragihandin.
Eger bixwazî li dirêjahîya vê raportê guhdarî bikî ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje “Li raporta li ser reva ji Qela Sûsê guhdarî bike.”