Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye xwe vekêşa ji manuvrayên navnetewî yên leşkerî li Kanada


Tirkîye xwe vekêşa ji manuvrayên navnetewî yên leşkerî li Kanada bo dîyar kirina nerazîbûnê li ser têbînîyêt vê dumahîyê yêt serokwezîrê Kanada ku gotî ‘Tirkîye jenosîd ango qirkirin kirîye di Cengê Yekem yê Cîhanî de.

Karbidestê Tirkîye duhî piştrast kir ku ne efserêt xwe û ne jî firokêt xwe nahinêrine manuvrayên leşkerî.

Berî çend rojan Tirkîye gazî sefîrêt xwe yên li Kanada û Fransa kiribûn ji ber jêgnegirtinên navbera herdu alîyan li ser kuştina Ermenîyan berî 90 salan.

Tirkîye naxwaze bi jenosîdê bê tawanbarkirin û dibêjît 300 hezar Ermenî û bi hezaran Tirk hatibûne kuştin ji ber serhildaneke Ermenîyan bi piştevanîya Rûsî li ser demê Osmanîyan.

Ankara di pêvajoya ber bi edametîya Yekîtîya Ewropa da di bin sengîyeke giran da maye ku her diçe ev sengîya navnetewî zêdetir dibe da ku wan kiryarên xwe yên di wê demê de bi nav bike.

Gelek welatên Ewropî ku Fransa û Swîsra jî di nav wan de ye ew kiryar wek jenosîd ango qirkirin bi nav dikin.

XS
SM
MD
LG