Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomat dibêjin hin îşaret derketine ku nîşan dide Îran uranyumê zax dike


Dîplomat dibêjin lêvekolên navneteweyî leqayî hin îşaretên uranyûma zêde zaxkirî bûne ku nîşan dide Îran bi dizî tiştan ji bo çêkirina çekên navokî amade dike.

Dezgehên ragihandinê dibêjin dîplomat bi yek gotin peyivîne li dû wan mînakên ku Ajansa Atomî ya Navnetewî ya Neteweyên Yekgirtî wergirtine ji ser kel û pelên ku li navenda berê ya vekolînê li Lavizan li Îranê hatibûye bikaranîn.

Ajansê li meha 4,Nîsan di raportekê de ji Neteweyên Yekgirtî re nivîsîye û gotîye mînakên ku wan wergirtine ji ser sîngerê li ber devikê pompeya sivnikên elektrîkê yên ku li sazgehê hatine bikaranîn ev rastî nîşan dide. Ji bo çêkirina çekên navokî lazime uranyum zêde zaxkirî be.

Ew jêder dibêjin dibe ku sebebek din jê re hebe wek dema ku wan ew kel û pel ji derve anîbin ev tişt bi wan ve zeliqîbin lê belê karbidestên Îranê jî tu agahî nedabûn di derbarê zaxkirina uranyumê de li wê sazgehê.

Ji alîyekî din ve Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan zorê dide Welatên Yekgirtî ji bo ku Amerîka jî tevlî danûstendinên Yekîtîya Ewropayê bibe digel Îranê de li ser kêşeya navokî ya Tehranê.

Îran dibêje ew uranyumê bo armancên bi aştî zax dikin.

Welatên Yekgirtî qayîl nebû ku danûstandinan bêy navgînî sererast bi Îranê re bike lê belê berî ku Neteweyên Yekgirtî tole û ambargoyan deyne ser Tehranê, muhletekê daye hevalbendên xwe yên Ewropî ku Îranê qanî bikin da zaxkirina uranyumê rawestîne.

Sê welatên Ewropî (Brîtanya, Fransa û Almanya) pêşnîyarekê amade dikin da Îranê pê qayîl bikin ku dev ji bizavên xwe yên navokî berde. Wisa çaverê tê kirin ku ew ev pêşnîyar di nav çend heftîyan de pêşkêşî Îranê bikin.

Serokê Îranê Mahmud Ahmedînecad îro got kêşeya navokî “ propogandayeke psîkolojîk e” ku welatê wî pê bê tirsandin.



XS
SM
MD
LG