Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di teqînekê de li Nîjerya zêdeyî 150 kes hatine kuştin


Polîsên Nîjerya dibêjin li Lagos’a parêzgeha mezin ya bazirganîyê bi teqîna xetta luleyan bi kêmî ve 150 kes hatine kuştin.

Karbidestê Xaça Sor li Nîjerya Abiodun Orebiyi dibêje bedena wan kesên mirine hingî şewitîne nayêne naskirin û tu kes ji vê teqîna îro în sax xelas nebûye. Dibêje li cîyê ku lule teqîyaye zêdeyî 500 varîlên gazê hatine dîtin ku ew dibe egera şikê kirinê ku dizên gazê di dema teqînê de gazê ji luleyan vedikişandin


Xetta luleya gazê li derveyê Lagos e.


Şahid dibêjin ji kolanên li dora cîyê ku lule lê teqîyaye dûyekî reş ber bi esmana ve dikişîya.

XS
SM
MD
LG