Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bi Lîbya re dîsa dest bi têklatîyan dîplomatîk dike 


Karbidestên Amerîka dibêjin wan biryar dane ku têklatîyên dîplomatîk yên bi Lîbya re ji nûve rast bikin û nîyeta wan heye ku navê Lîbya ji nav lîsteya welatên ku piştevanîya terorîzmê dikin derînin.

Karbidest dibêjin dibe ku daxuyanîya resmî îro duşem bê kirin.

Lîbya hêj di lîsteya dawîn ya welatên piştevanîya terorîzmê dikin de ye ku ev lîste di meha çar-Nîsanê de hatibû belav kirin ji ber ku Wezareta Derve digot lazime hin tiştên din jî ji alî Lîbyayê ve bê kirin da navê wê ji vê lîstê derkeve.


Pêvajoya ji nûve bi temamî ava kirina têklatîyan berî vê bi sê salan destpêkiribû dema ku rêberê Lîbya Muammer Qeddafî dev ji bernameya xwe ya çekên navokî berdabû. Zêdetirîn tole di sala 2004 de ji alî serok Bush ve ji ser Lîbyayê hatibûn hilanîn.

Welatên Yekgirtî toleyên bazirganî û geryanê danîbûn ser Lîbyayê di sala 1986 de ji ber ku Lîbya gunehbar dikir bi êrîşa bomba ya li ser dîskoya li Berlîn ku bibû egera mirina du serbazên Amerîkî. Du karmendên agahdarîya Lîbya jî hatibûn dadgeh kirin bi dest hebûna di bombekirina Firokeya PanAm 103 de li ser asmana Skotlandê ku bibû egera mirina 270 kesan.

XS
SM
MD
LG