Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Filistînî hêvîya danûstendinan dike digel Îsraîl


Serokê Filistînî Mehmud Abbas ji hikumeta li jêr desthelata Hamas dixwazît da dijî zêdegavîyan rawestît û rêzê li rêkeftînên aşîtîyê bigrît ku digel Îsraîlê hatine kirin. Herwisa huşdarîyê da Îsraîlê jî heke ji alîyê xwe bi tenê ve biryara li ser aşîtîyê bide, dê tundî hêjta pitir bît.

Rêzdar Abbas ev têbînîye di gotareke tomar kirî de da ku evro hatîye belav kirin gotin di heman rojê de ku dewleta Îsraîlê hatîye damezirandin û Filistînî dibêjinê ‘Roja Nikbetê’ û got divîya Filistînî bi gotarêt germ û gûr û dirûşma razî nebin ku renge bibine eger bo vederbûnê ji cîhanê.

Rêberê Filistînî got ew gotarêt germ û gûr dê helwesta Îsraîlê xurttir kin ku dibêjît, Filistînî hevkar nîne bo aşîtîyê. Wî herwisa ji dewleta Cuhuyan xwest da parê bacê bihinêrît ku bi navê Filistînîyan têne wergirtin û piştî Hamas hatîye ser desthelatê, ew pare Îsraîlê ragirtîne.



XS
SM
MD
LG