Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çareya ku YE danî ber Îranê bi dilê Çînê ye


Çîn dibêje ew çareyên bo dawî anîna kêşeya navokî ya Îranê ku Yekîtîya Ewropa pêşkêşî Tehranê kirine bi dilê wan e lê Rûsya jî dibêje metirsîya bikaranîna hêzê ne çareyeke di cîyê xwe de ye.

Îro sêşem wezîrê derve yê Çînê Li Zhaoxing û yê Rûsyayê Sergei Lavrov, piştî kombûna xwe li Pekîn axaftinekê kirin.


Roja duşemê Yekîtîya Ewropayê gotibû ew bernameyeke bi çareyan pêşkêşî Îranê dikin ku yek ji wan çareyan çareyeke gelek şareza ye di derbarê teknolojîya sîvîl ya navokî de ye da ku Îran dev ji bernameya xwe ya zaxkirina uranyumê berde.


Berpirsyarê Rêbaza Derve ya Yekîtîya Ewropa Javier Solana dibêje eger bi rastî nîyeta Îranê çêkirin û bikaranîna enerjîyê be red kirina çareyên ku wan pêşkêş kiribûn gelek bi zahmet e.

Her ku Tehran ev yek red jî dike, hêzên Rojavayê di wê bawerîyê de ne ku Îran vekolînên zanistî bo çêkirina çekên atomî bi kar tîne.

Îran gotibû ku ew dê her çareyên rojavayê red bikin eger ku bi wê çareyê Îran mecbûr bimîne bi gotina wê dev ji ‘karên xwe yên navokî yên aştîyane’ berde.

Rûsya û Çîn astengîya didin ber Welatên Yekgirtî yên Amerîka û hevalbendên wê yên Ewropî di bizavên wan de yên ku zorê didin bo biryarnameyekê ji Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî derînin ku pê Îran rawestînin jibo ew uranyumê zax neke.



XS
SM
MD
LG