Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye êrîş birin ser dadgehekê


Îro li dij endamên daîreya duyemîn a dadgeha şêwirmendiya dewletê ‘Daniştay’ êrîşeke çekdarî pêk hat.

Parêzerekî çekdar dema endamên dadgehê di civînê de bûn ket avahiya dadgehê ku li Enqereyê ye, û gulle reşand ser endaman. Di encamê de 5 dadger hatin birîndarkirin ku rewşa du heb ji wan giran e.

Duyemîn daîreya Dadgeha Şêwirmendiyê di 8ê sibata 2006’an de di derbarê sergirtina mamosteyan de biryarek dabû ku gotûbêja li ser vê biryarê bi rojan ajotibû. Dadgehê derbarê mamosteyeke dibistanê de ku derveyî dibistanê serê digirt lê dema dihat dibistanê vedikir serlêdana wê ya ji bo ku bibe mudur red kiribû û gotibû divê mudura dibistanekê ji bo zarokan li her derê bibe mînakeke baş û rûserî û perwerdehiya nûjen a sekuler bi hev nakin.


Dîdevanên bûyerê jî got parezerê êrîşbir dema êrişê de qêriyaye û gotiye ew serbazê xwedê ye û bi tekbîran ji cihê bûyerê beziyaye. Karbidestên polês jî ragihand ku êrişbir di pirsa xwe de gotiye wî ev êrîş li dij biryara dadgehê ya sebaret bi rûseriyê pêk aniye.


Hat ragihandin, parêzerê ku xelkê Bingolê ye li Stenbolê parêzeriyê dike û bi nasnameya xwe ya parezeriyê pir bi hêsanî ketiye avahiya dadgehê.

Hevdem, piştî biryara dadgehê 13 Sibatê 2006’an de rojnameya Vakît ku wek alîgirê tundrêyên îslamî tê nasîn, di nûçeya xwe de digel sernavê “Va ev endam in”wêneyên endamên dadgehê weşandibû ku dozgeriya stenbolê derbarê rojnameyê de bi tewanbariya ku endamên dadgehê we hedef nîşan daye

lêpirsîn dabû destpêkirin.


Bûyereke weha di sala 1995’an de jî qewimî bû. Li bakurê rojavayê Tirkiyê li bajarê Gumuşhaneyê, serokê baroyê çima ku bi biryarekê, parezerên jin ên sergirtî qedexe kiribû bikevin dadgehê dîsa ji aliyê heman rojnameyê ve wek hedef hatibû nîşandan û serokê baroyê dû re di erîşeke çekdar de hatibû kuştin ku êrîşbir vê biryara qedexeyê ji bo êrîşa xwe wek sedem nîşandabû.

XS
SM
MD
LG