Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûna şeş Welatên Rojavayê ya li ser Îranê hate paşvexistin


Civîna şeş welatên bilind yên cîhanê ju wê roja înê li ser pirsgirêka Îranê bihata kirin hate paşvexistin.

Dîplomat ji Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsya, Çîn û WelatênYekgirtî wê di kombûnê de li ser dilxweşkirina Îranê bi peyivîyana eger ew dev ji zaxkirina uranyumê berde û herwisa eger dev jê bernede jî ka bi çi toleyan çavê wê bitirsînin.

Îro çarşem serokê Îranê Mahmud Ahmedînecad henekê xwe bi pêşnîyara Ewropayê kir ku li hember dev jê berdana zaxkirina uranyumê jê re reaktorên navokî yên sivik yên avê pêşkêş kiribûn.

Rêzdar Ahmedînecad got ev bizav weke ku meriv guz û şekir bide zarokan û ji wan zêr bixwaze ye. Wî herwisa got dibe ku Îran xwe ji Peymana Belavnebûna Çekên Navokî vekêşîne eger Welatên Rojava jê bixwazin ku bi gotina wî karên Îranê yên navokî yên aştîyane rawestîne.

Welatên Rojava şikê jê dikin ku Îran uranyumê zax dike da ku karibe çekên navokî çêbike. Tehran jî ev yek înkar dike

XS
SM
MD
LG