Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya ji Îranê dixwazit bi pêşnîyazêt Ewropa razî bit


Rûsya ji Îranê dixwazit bi pêşnîyazêt Ewropa razî bit û bizavêt xo bo zaxkirina uranyumê rawestînit.

Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov ku evro li Kuweytê diaxift got ew hîvîdar e Îran wan pêşnîyaza qebûl biket û digel Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî hevkarîyê biket û got hîvîdar e ku 5 endamêt herdem li Civata Tenahîya Neteweyêt Yekgirtî û Almanya li kombûna roja çarşembî li ser wan pêşnîyazan rêk bikevin ku bi rêka danûstendinan kêşeya navokî digel Îranê çareser bikin.

Heftîya bohorî Almanya Fransa û Brîtanya pêşnîyazêt bazirganî û teknolojî kiribûn.

Dezgehêt ragihandinê dibêjin hersê welatan herwisa behsê hindê kiriye ku Îranê piştrast bikin ku Amerîka li paşerojê hêrîşê nakete ser Îranê û harîkarîya wê biken sazgeha ava sivik bo hêza navokî ava biket.

Biryar e ku li kombûna roja çarşembî li London bi dirêjî behsê pêşnîyazêt Ewropa bo Îranê bête kirin.

Îran her nûke bi wan pêşnîyazan razî nabît û dibêjît zaxkirina uranyumê narawestînit.



XS
SM
MD
LG