Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê berevanî yê Italî seredana Iraqê diket


Wezîrê nu yê berevanî yê Italî, Arturo Parisî, dibêjit welatê wî dê berdewam bit li bizavêt avakirneva Iraqê, heta eger serbazêt xwe li wî welatî vekêşit.

Li demê yekem seredana xwe bu serbazêt Italî li başora Iraqê, Parisî got vekêşana serbaza bi wê manayê nahêt ku Italya pişta xwe li Iraqê diket.

Wî got Italya dê berdewam bit li pêşkeşkirna alîkarîyêt syasî, sivîl û mirovayetî bu Iraqê.

Italya nuke 2,600 serbazêt hey li Iraqê.

XS
SM
MD
LG