Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zêdetir alîkarîya bo erdlerzê digihîje girava Java


Zêdetir alîkarîya navneteweyî ya bo erdhejê digihîje girava Java ya Endonezyayê û karkerên hewarçûn û alîkarîyê ji her alî cîhanê lazmatîyan digihîjînin devera ku xirabtirîn zîyana zelzelê lê bûye.

Karbidestên Endonezya dibêjin bi erdheja roja şemîyê ku şiddeta wê 6.3 bû zêdeyî 5400 kes mirine.

Vê dawîyê desteyên hewarçûnê gihîştin parêzgeha Yogyakarta ya ku derba giran ya erdhejê lê ketibû û di nav wê desteyê de serbazên marîn yên Amerîkî û kargerên alîkarîyê ji Çînê, Malesyayê û ji Japonê hene. Desteyên biyanî bi karkerên alîkarîyê yên Endonezya re kar dikin ku her yek ji gelek deverên Endonezyayê hatine.

Xaça Sor ya Amerîkî dibêje 400 kes ji rêxistina wan li Endonezyayê ne û bi dilê xwe li deverê kar dikin. Peyivdarê Xaça Sor Bonnie Gillespie dibêje di nav desteya wan de pispor û şarezayên psîkolijîyê hene û di destpêkê de alîkarîya psîkolojîk didin qurbanîyan.

Desteyên hewarçûnê alîkarîya nêzî 200 hezar kesên ku ji ber erdhejê bê mal mane dikin. Gelek ji kesên ku xelas bûne dibêjin kêm alîkarî heye û hin dibêjin ji binî ve tu alîkarî nîne û hin kesên sax filitîne li ser rîyan parsekîyê dikin ku alîkarîyê wergirin.

Li çîyayê Merapi ku agir tê de ye û birkan e dibe ku rewşa deverê xirabtir bike. Îro sêşem ji çîya zêdetir dûê bi xwelîya agir û şel di furîya ku dibe egera xemê ku dema hêlavêtina çîyê nêz e.

Di vê navê de îro li Endonezya li cîyekî din dîsa erdhejek bû. Karbidest dibêjin erd li navenda parêzgeha Papua bi şiddeta 5.6 hejîyaye û bûye egera tirsê. Belê tu kes pê nemirîye û brîndar nebûye.

Serokê Endonezyayê Susilo Bambang Yudhoyono ji bo demekê cîyê karê xwe kişandîye nivîsxaneyeke li Yogyakarta da karê di derbarê erdhejê de li wir birêve bibe.

Koreya Başûr îro got ew dê 2 milyon dolaran alîkarîyê bidine Endonezyayê ji bo erdlerzê.





XS
SM
MD
LG