Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Iraqê rewşa tengûtavîyê ragihand bo Basra


Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî li bajêrê Basra li başûr rewşa tengûtavîyê ragihand piştî wan şerrên tîreyî yên Şî’eyan.

Îro çarşem rêzdar Malîkî di seredana xwe ya bajêrê bi niftê dewlemend de tengûtavîyeke bo mehekê ragihand.

Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî dibêje ew dê bi ‘‘kulmeke hesin’’ cerdekaran tepeser bikin ku serî li tundutujîya tîreyî dikşînin li Besrayê, li bajêrê navendîyê bazirganîya niftê û yê ku bi giştkî xelkê lê dijîn Şî’e nin.

Rêzdar Malikî bi axaftineke ji rêberên xocîhî re got lazime tenahî li bajêrê başûr bê pêkînan û lazime hêzên tenahîyê karibin bêî tirsa ku wê sîyasetvan tevlî karên wan bibin şixulê xwe bikin.

Ji dema ku dest bi kar kiriye û heta niha serokwezîr sond xwarîye ku wê derî li ber zêdebûna tundutujîya tîreyî û ya xirabkaran bigre.

Di vê navê de li Mûsûlê bi teqîna tirimbêleke bombebarkirî 19 kes brîndar bûn ku pênc ji wan polîs bûn.

Li başûra Bexda li Dîwanîye karbidestekî berê yê bilind yê herêmî roja sêşemê li ser rê bi gullebaranê hate kuştin.

Ji alîkî din ve polîs gotin bi kêmîve 40 cendek hatine dîtin li der û dorên Bexdayê.

Ji wê dema ku zîyareteke pîroz ya Şî’eyan li Samarra hatibû bombakirin li meha du sibatê û virdaye tundutujîyên tîreyî û tolhildanê zêdebûne û misêwa bi koman cendek têne dîtin.

XS
SM
MD
LG