Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs:  Sûrî bizavkarên mafên mirovan dixe hepsê


Sûrî duazde bizavkar girtin di nav wan da parêzvanekî bijare yê mafên mirovan li Sûrî Enwer El Bunnî, rêberê rikeberîyê û rojnamevan Mîşel Kîlo û Xalem Amîr ê ku endamê desteya birêvebirinê ya Rêxistina Ereban ya Mafên Mirovan li Sûrîyê ye.

Di daxuyanîyeke nivîsî de Komeleya Zêrevanîya Mafên Mirovan ya serbixwe Human Rights Watch dibêje ewên ku hatine girtin di nav 300 kesên ji Sûrî û Libnanê ne ku li 12ê meha pênc Gulanê daxwaznameyekê nivîsandibûn bo bipêşvexistina têkelîyên Libnan û Sûrîyê li ser binaxê rêzgirtinê bo serwerîya herdû welatan.

Peyivdarê wezareta Derve ya Amerîka Sean McCormack dibêje ev girtinên li vê dawîyê zêdegavîyeke eşkere ya Sûrî nîşan dide ku destdirêj dike ser mafên wan kesên ku bi rîya aştîxwaz dîtinên xwe tînin zimên. Mc Cormack dibêje;

‘‘Em daxwaza xwe ya bo dicîda û bê şert û merc berdana hemû girtîyên sîyasî yên li Sûrî didomînin. Welatên Yekgirtî yên Amerîka bi van kiryarên eşkere yên hikumeta Sûrî ya zêdekirina tepeserkirina bizavkarên mafên mirovan û demokrasîyê aciz û tûre ye. Welatên Yekgirtî xema xwe dîyar dike li ser van bizavên karbidestên Sûrî bo belav kirina tirsê.’’

Li Sûrî ev qedexekirin û bizdandin destpêkirin piştî ku ji Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî biryarnameya bi hejmara 1680 derket. Di biryarnameyê de ji Sûrîyê tê xwestin ku bersiveke baş bide daxwaza hikumeta Libnanê ku ji Sûrî dixwaze sînorên di navbera herdû welatan de bihevra dîyar bikin û bi temamî dest bi têklatîyên dîplomatîk bikin û nûneratî yên resmî bêne vekirin.

Dagirkirina Libnanê ya bîst salî ji alî Sûrî ve li meha çar Nîsana sala duhezar û pênca bi dawî hatibû piştî ku cıvata navnetewî sengîyê dana ser Sûrî paş kuştina serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq El Herîrî û bîst kesên din bi êrîşeke tirimbêla bombebarkirî ku li pey wê kuştinê Libnanîyan xwenîşandanên mezin kiribûn.

Sean McCormack peyivdarê wezareta derve ya Amerîka dibêje ;

Bi Girtina bêî daxwaznameya ji dadgehan, û hepskirina bêy delîl bi vî awayî rikeberî nayê kirin û ev yek nayê qebûl kirin. Dibêje Welatên Yekgirtî rijtîyê li Sûrî dike ku destdirêjîyê biseknîne li hember kesên ji Sûrî yên ku berevanîyê li mafên xwe dikin û bizavê dikin bo Sûrîyeke demokratîk.

XS
SM
MD
LG