Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush bala Îranê kişand ser encamên karên wê yên navokî


Serok Bush got vêca dora Îranê ye ku biryar bide ka wê ew karên xwe yên navokî rawestîne û bersivê bide daxwaza Amerîka bo danûstendinên çareserkirina meselê an na.

Rêzdar Bush îro pêncşem li Qesra Sipî got eger Îran daxwaza Amerîka qebûl neke wê cîhan bersiva wê bi şêweyeke yekgirtî û bi rîya Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî bide.

Rêzdar Bush ev axaftin kir di dema ku wezîrên derveyên welatên bilind li Vîyana kom dibûn ku li ser kêşeya navokî ya Îranê bi axivin û çarekê jê re peyda bikin.

Wezîra welatên Yekgirtî Condoleezza Rice û wezîrên derve yên Brîtanya, Almanya, Fransa, Rûsya û Çîn hindik maye ku kombûnê bi dawî bînin. Tev kombûne çareyan ji Îranê re pêşkêş bikin ku dev ji karên xwe yên navokî berde û heke bernede jî ka çi ceza û toleyan deynin ber.

Roja Çarşemê Rice gotibû Amerîka amade ye ku tevlî danûstendinên Ewropa bibe bo Îranê eger Tehran zaxkirin û bi pêşvexistina karê xwe yî navokî rawestîne.

Li Tehranê wezîrê derve yê Îranê Manûçer Muttekî got welatê wî tu şert û mercan qebûl nake bo danûstendinan û welatê wî dev ji mafê xwe yî zaxkirina uranyumê bernade.



XS
SM
MD
LG