Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wê roja sêşemê ji Îranê re pêşnîyar bêne pêşkêş kirin


Birêvebirê Rêbaza Derve ya Ewropa ji bo Îranê bi pêşnîyaran iqna bike ku zaxkirina uranyumê rawestîne diçe Tehranê

Javier Solana îro duşem di demek dereng de digihîje Tehranê. Yekîtîya Ewropa û karbidestên Îranî dibêjin ew dê pêşnîyaran roja sêşemê pêşkêş bike.

Tevî Almanya pênc endamên Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî yên hemdem ev pêşnîyar pêşkêş dikin belê bi hûr û dûrî tu agahî di derbarê pêşnîyaran de nehatîye eşkere kirin.

Belê çaverê tê kirin ku di plana wan de toleyên aborî û teknolojîk hebin da ku Îran dev ji karê xwe yê navokî berde. Her wisa dibe ku toleyên bi rîya Neteweyên Yekgirtî jî di nav wan de bin eger ku Îran bi gotina wan neke.

Peyivdarê Qesra Sipî Tony Snow dibêje hîvîyeke heye ku Îran razî bibe belê dibêje jê re wext divê da ku Îran li ser pêşnîyaran baş bifikre û hê qebûl bike.

Rêberên Îranî gotin ew dê bala xwe bidine pêşnîyaran belê dibêjin nîyeta wanî ku zaxkirina uranyumê rawestînin nîne.

Welatên Yekgirtî û Ewropa şikê dikin ku Îran çekên navokî çêdike belê Tehran ev yek înkar dike.

Rêberê bilind yê Îranîyan Ayetullah Alî Xamanêy got eger Welatên Yekgirtî bi gotina wî ‘bizaveke çewt’ bike di derbarê komara Îslamî de wê asteng derkevin di herikandina niftê de ber bi welatên rojava ve.

XS
SM
MD
LG