Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li dibistaneke olî ya Afganî bi teqîna bomba sê kes hatin kuştin


Karbidestên leşkerî yên Afxanî û Amerîkî dibêjin bi peqîyana bombeyeke lêva rê du serbazên hevpeymanan hatîne kuştin, du jî birîndar bûyne. Wan negot ka ew serbaz ji kîjan welatî ne.

Ew êrişa li wîlayeta Nangarhar duwemîn êrişa Sêşembî bû li dijî lorîyeke leşkerî ya hevpeymanan. Li wîlayeta Xost ya ser tixûbê Pakîstanê êrişkerekî xwekuj otomobîlek hajote ser karwaneke serbazên hevpeymanan û sê serbazên Amerîkî birîndar kirin.

Li encama teqîyana ber dergehê medreseyeke wîlayeta Xaznî ya rojhilatê sê mirov hatine kuştin, û bi kêmî ve heşt kes jî birîndar kirin.

Karbidestên Afxanî dibêjin ew bombe bi motorsîkletekê ve girêdayî bû ji bo êrişeke li ser cihekî dî, lê îro berîwext peqîyaye. Polîsan zelamek girt.

XS
SM
MD
LG