Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêvekol:Heya Welatên Ewropî ji girtîgehên veşartî yên CIA hebûye


Lêvekolekî mafên mirovan yê Swîsrî dibêje di nav van pênc salên buhurî de heya 14 welatên Ewropî jê hebûye anjî alîkarîyê kiriye bi CIA re li ser bi rêyek veşartî derbaz kirin û girtina bergumanên terorê.

Raportek dirêj ku îro çarşem hate belav kirin dibêje Konseya Ewropa îddîa dike dibêje dibe ku Polonya û Romanya destûrê dabin Ajansa Navendîya Agahîya Amerîka CIA, bo girtîgehên veşartî li ser erdê wan vekin. Herdu welat jî ev îddîayên ku berê hatibûn çapkirin red dikin.

Qanûndanerê Swîsrî Dick Marty got tu delîlên resmî di destê wî de tunene ji bo îzbat kirina wan îddîayên ku dike bi helwesta wan welatên Ewropî Ragihandina Mafên Mirovan ya Cîhanî bişkê. Marty ji bo vê dezgehê dibêje ew ‘tora pîrhevoka ya cîhanî’ ye ku bergumanên terorê dike hedef û wan dide girtin.

Welatên Yekgirtî hêj di derbarê vê raportê de ku berî li Washington bibe şeveq hatibû belavkirin tu tişt negotîye belê karbidestên hikumeta Bush tev bi yek zimanî diqewimînin liser reftara li hember bergumanên terorê.

Serokwezîrê Brîtanî Tony Blair roja çarşemê berbayî raportê neket. Wî got ev ‘ne tişteke nû’ ye û got belê Amerîka li sala 1998 çar caran daxwaza teslîm kirinê ji Brîtanyayê kiriye û wî jî parlamanê ji van her çar daxwazan jî agahdar kiriye.

Serokwezîrê Polonyayê Kazimierz Marcinkiewicz jî berbayî raportê neket û ji bo raportê got ew hîle ye.

Raporta bi 67 rûpel ya bo Konseya Ewropa agahîyên di derbarê firrîna firokeyan wek delîl nîşan dide ji bo îddîayên Marty. Lêvekol bixwe jî dibêje hêj delîlên adetî
tunene.

Ew dibêje Swêd, Bosna û Hersek, Brîtanya, Îtalya, Makedonya, Almanya û Tirkîye jî divê ku bên gunehbar kirin bi şikandina mafên kesan ku bi rêya veşartî girtî tên teslîm kirin. Dibêje herwisa dibe ku Romanya, Îspanya, Qibris, Îrlanda, Portekîz û Yunanîstan jî bi bizavên derveyî qanûnan bêne sûcdar kirin.



XS
SM
MD
LG