Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê terorîst Zarqawî li Iraqê di êrîşeke asmanî de hate kuştin


Rêberê terorîst Ebu Musab El Zerqawî hate kuştin di kiryareke leşkerî de ku hêzên Iraqê û yên Amerîkî bi hevre dikirin.

Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî îro Pêncşem tevî komandarê leşkerê Amerîka li Iraqê George Casey û balyozê Amerîka li Iraqê Zalmey Xelîlzad di civîneke çapemenîyê de kuştina Zerqawî ragihand.

Serokwezîr dibêje tevî Zerqawî heft hevkarên wî jî di wê ‘‘mala bi sitar’’ de li nêzî rojhilata bakûra paytextê li Baquba hatine kuştin.

General Casey dibêje endamên payebilind yên rêxistina Zarqawî ya ku di van sê salên buhurî de hema bêjin her roj bi bombeyan êrîşên hem xwekuj û hem yên din dikirin xiyanetê bi Zarqawî re kirine. General dibêje ji rêça tilîyên wî, şûna brînan li ser laşê wî û ji ser û çavên wî wan Zarqawî kifş kiriye.

Piştra di civîneke kurt ya rojnamevanîyê de Leşkerê Amerîka rismê termê Zerqawî jî nîşan da

El Qaîde ya Iraqê liser malpereke înternetê xebera kuştina Zerqawî pişterast kir û got ku bi gotina wan ew ‘‘şehîd’’ bûye.

Zerqawîyê ku li Urdunê ji dayîk bûye karekî xurt dikir li ser navê komeleya xwe ya terorîst bi taybetî di belav kirina daxuyanîyên li ser înternetê de û dibêjin wî bi xwe jî serê kesên ku dihatin revandin jêdikirin, û destê wî di kuştina hin kesên din de jî heye. Her ku Amerîka ji bo girtina wî soza xelata 25 mîlyon dolaran dabû jî Zerqawî heta îro serbest bû.

Karbidestên Urdunî gotin ku ji bo kuştina Zerqawî dezgeha agahîya wan jî alîkarîyê kirîye.

Dadgehên Urdunê bêy ku ew bê girtin biryara kuştina Zerqawî deranîbûn ji ber kuştina dîplomatekî Amerîkî li sala 2002.





XS
SM
MD
LG