Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush dibêje ji ber kuştina Zerqawî kêfa rêberên dinyayê tê 


Serok Bush dibêje hêzên Amerîkî heqê Ebû Musab El Zerqawî, terorîstê ku li dû bûn daye.

Rêzdar Bush di axaftina xwe da li Qesra Sipî got kuştina Zerqawî derbeke giran li El Qaîde xistîye. Belê serok Bush got kuştina Zerqawî nayê wê manayê ku wê li Iraqê tundutujî raweste.

Serokwezîrê Brîtanya Tony Blair dibêje kuştina Zerqawî ji bo Iraqê gelek grîng e û derbek li El Qaîdeya li her alî cîhanê daye.

Birayê endazyarê Brîtanî Kenneth Bigley’ê ku li sala 2004 ji alî komeleya Zerqawî ve hatibû kuştin got dinya xwe ji şeytanekî xilas kiriye. Belê Nick Berg’ê Amerîkî ku li sala 2004 ji alî komela Zerqawî ve serê wî hatibû jêkirin, bavê wî dibêje dilê wî bi vê kuştina Zerqawî qet rehet nebûye û bi dîtina wî ev dê bibe egera kuştinên bo tolhildanê.

Wezîrê derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî got ‘’ev ji bo xelkê Iraqê rojeke gelek xweş e’’ belê nayê wê manayê ku wê xirabkarî bi dawî bên.

Serokwezîrê Awusturalya John Howard ji bo kuştina Zerqawî got ‘‘ev ji bo Iraqîyan nûçeyeke gelek xweş e’’ û serokê Afganistanê Hemîd Karzaî jî got ‘‘ev ji bo dinya ji bela terorîzmê xilas bibe gaveke gelek mezin e.’’


XS
SM
MD
LG