Li 14 heyva 6 Ringo Star dê dest bi geryana xwe ya nehê ket, li Ontario, Canada. Geryana konsêrtên wî bi navê All-Starr Band Tour di hête niyasîn. Di gel Ringo Star sitran bêjên wek Rod Argent, Sheil E., Richard Marx, Billy Squier, Edgar Winter û Mark Rivera dê gerhin.
Ev konserte heta 7 meha 7 dê berdewam bît. Elbuma nuya Ringo Star bi navê Choose Love di hête niyasîn û sitran bêjên wek Chrissie Hynde ya giropa Pretenders, Robert Rondolphe û Billy Preston pişikdarî di vê elboma Ringo Star kiriye.
Her sebaret bi geryana konsêrta û her li 14 vê heyvê, sitran bêjê muzîka country, Brad Paisley, dest bi geryana konsêrtên xwe bi navê Time Well Wasted kir li Virginia Beach stana Virginia.
Elbuma wî her bi navê Time Well Wasted li van dûmahiya xelata Academy bi dest ve îna wek baştirîn elbum. Sitran bêj Sara Evans dê digel Brad Paisley pişik dariyê di vê geryanê da ket.