Wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropayê piştî ku di dema dawî de mesela li dijbûna Qibrisê çareser kirin li ser destpêkirina danûstendinên bi Tirkîye re li hev kirin.
Hîvî ji kombûna wezîrên Yekîtîya Ewropayê li Luksemburgê dihate kirin ku dicîhde Tirkîye ji encama kombûnê agahdar bike û pêbihisîne ku wezîrê derveyê Tirkîye li Ankara li bendê bû da wê pêvajo bi kombûnê bi pêş keve. Roja yekşemê wezîrê derve Abdullah Gul got heta ku soza danûstendinan ji kombûnê dernekeve ew naçe Luksemburgê.
Qibrisa ku di Yekîtîya Ewropayêda xweyî dengdana bi mafê vetoyê ye ango mafê rê libergirtina biryaran e roja înê gotibû ew dê rê li ber destpêkirina danûstendinên endametîyê bigre heta ku Tirkîye bi hikumeta girva Qibrisa ku bûye du perçe re dest bi danûstendinên adetî bike.
Li du rêkeftinê Tirkîye dê karibe dest bi yekemîn danûstendina ji 35 danûstendinên reftarî yên durûdirêj bike bi şertê ku di wê dema ku axaftin didomin de hemu emdamên Yekîtîyê nas bike.