Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush û şêwirmendên bilind li ser stratejîya Iraqê dipeyivin


Serok Bush bi şêwirmendên xwe yên sîvîl û leşkerî re kom dibe da li ser rola Amerîka ya li paşeroja Iraqê bipeyivin.

Rêzdar Bush îro duşem ji bo li ser stratejîya Iraqê ya piştî danana kabîneyê û kuştina Zerqawî bi hev bişêwirin dest bi danûstendinên bilind yên du rojan kir.

Kombûn li Camp David dibe ku li derveyê Washingtona paytext e û cîyê bêhnvedana serokatîyê ye. Karbidestên Amerîkî yên bilind û karbidestên hikumeta nû ya Iraqê tevî General Casey bi rêya telekonferansê tevlî kombûnê dibin.

General Casey roja yekşemê got ew tu plana vekêşana hêzên Amerîkî ji Iraqê pêşkêş nake di kombûnê de belê bi bawerîya wî di mehên bên û sala bê de wê her ku biçe hejmara wan kêm bibe.

Şêwirmendê tenahîya netewî yê Iraqê Muwaffaq El Rûbayî roja yekşemê got wa çaverê tê kirin ku hejmara hêza hevalbendîyê heta dawîya vê salê bibe kêmî 100 hezar serbazan.



XS
SM
MD
LG