Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY dibêjît ew jî heyrî nemaye bi xwekuştinên li Guantanamo


Navenda Mafên Mirovan ya Neteweyên Yêkgirtî dibêjît ew jî heyrî nemaye ji xwekuştina sê girtîyan li vê dawîyê li girtîgeha Berava Guantanamo ya Kubayê.


Peyivdarekî Rasperê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yêkgirtî Jose Diaz dibêjît divêt bala xwe bidene li ser dayêxistina wê girtîgehê. Alîyên dî yên mîna komêlên navneteweyî yên mafên mirovan û hikûmetên bîyanî jî li ser wê hizrê ne.


Rêkxistîya Xaça Sora Navneteweyî li ber e ku vê heftîyê şandeyekê bişînîte Guantanamo ji bo nirxandina destîdarê wê girtîgehê.


Du hevwelatîyên Erebîstana Saudî û yekî Yêmenî roja Şembî xwe di hûcreyên xwe da bi çarşef û cilên xwe ve hilayistîbûn.


Parêzgerên girtîyên Guantanamo dixwazin Amerîka rê bidete dixtorên serbixwe ku binêhrine rewşa girtîyên dî.


Pêtir ji 400 kesên bi gumana peywendîyên bi El Qaîde û Taliban ra li Guantanamo girtîne.


Serok Bushî gotîye ew dixwazît wê girtîgehê dayêxît, lê negotîye ka kengî.






XS
SM
MD
LG