Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gînê, bo roja duwem xwendekar û polîs pevçûn


Li Gînê, bo roja duwem xwendekar û polîs pevçûn û greva giştî ya wî welatê Afrîqayê giheşte roja şeşê.

Li dû raportên ji wî welatî xwendekaran rêyên domandorên Konakrîya paytext asê kirin. Hêzên parastinê hewl da ku wan bi gaza rundikrêj belav biken û xwendekaran ew dane ber beran.

Roja Duşembî serbazan li paytextî û li du bajêrokên dî teqe li xwendekaran kir û bi kêmî ve 10 mirov hatine kuştin.

Xwendekar ji ragirtina imtihanan nerazî ne. Hikûmetê got ew îmtihanên li dawîya demê xwendinê dê li rojeke paşê bêne kirin.

Hikûmet dibêjît partîyên hevrik wan xwenîşandanan rêktêxin û bikar tînîn.

Yêkitîyên herî mezin yên Gînê zêdekirina mehanên lkarmendên hikûmetê, û kêmkirina bihayê birinc û benzînê daxwaz diken.

XS
SM
MD
LG