Îro çarşem li Endonezyayê dema ku oldarê misilman Ebu Bekir Beşîr ji girtîgehê derdiket û polîs ji bo rêya li berê vebe difîkand bi sedan piştevanên Beşîr li ber girtîgeha Çîpînang diqîrîyan Allah û Ekber- Xwedê Mezin e.
Beşîr piştî ku derket bi kurtayî ji girseya gel re axivî. Di axaftina xwe de sond dide ku ewê şerê xwe yî jibo Şerî’etê bidomîne û dibêje lazime ev qanûna ku ketîye nav kefen û di tarîyê de ye alîkarîya Endonezyayê bike.
Ebu Bekirê şêst û heyşt salî berî du salan ketibû hepsê ji ber ku destê wî hebûye di plankirina teqandina bombeyên li Balî di sala du 2002 de ku bibû egera kuştina dused û du kesan.
Beşîr tê gunehbar kirin ku rêberayetîyeke olî ji komeleya Cemaah Îslamîye ya li rojhilata başûra Asya dike û ev komele têkilî tora terorîzma El Qaîdê ye.