Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush ji Bexdayê ''dilgerm'' vegerîya


Li dû serêdana ji nişkê ve bo Îraqê, Serok George Bushî got bila li bendê nebin ku pileya şer û lêkdanan li Îraqê bikevîte rêza sifrê, û daxwaza bêhnfirehîyê kir.

Serokî got, ‘‘Eger dibêjin ji bo serkeftinê divêt çi zebr û zordarî û şer û lêkdan nemînin da ku ji vê bizavê ra bêjin serkeftî ye, ew çênabît. Tiştekî wesa dê taqetê bidete destê çend mirovkujan ku ew dîyar biken ka serkeftin çi ye. Bêgûman em dixwazîn şer û lêkdan kêmbibin û bizava niha li Bexdayê jî ji bo hindê ye.’’

Bush sibêdeya çarşembî li nav baxçê Koşka Spî digel rojnamevanan axift û bersiva pirsîyarên wan da.

Serok Bushî paş serêdana nêzîkî şeş seetan got wî pê xweş bû ku sera paytextê Îraqa azad û demokratîk bidet û bi dîtina Serowezîr Nûrî El Malikî dilgerm bûye.

Bush got: “Yêk ji sebebên çûna min ew bû ku hindî ku bikarim heger şikeke min hebît wê ji eqlê xwe derêxim ka me hevkarek heye ku dê karê giran biket. Û me hevkarek heye ku dê wî karê giran biket.”

Serok Bushî dîsa soz da gelê Îraqê ku ew dê her alîkarîya dikarin bidene hikûmeta Îraqê bo serkeftinê, lê serkeftin bi wê hikûmetê bixwe ve girêdayî ye.

Dîyar bû ku Serok Bushî hewil dida ku hîvîyeke vala ne afirînît. Lê dîsa jî got li Îraqê guhartin heye:

“Ez dizanim ferqeke li ber çavan heye li nav hikûmeta niha li ser desthilatê û hikûmetên berî wê ji ber ku eve hikûmeteke ku li dû destûr û bi hilbijartinan hatîye danan. Û eve hikûmeta hevgirtinê ye vêca linav xelkî ew hest heye ku dixwazin hikûmeta wan serbikevît.”

Lê Serok Bushî got biryara dawîn li ser xebata wê hikûmetê ya gelê Îraqê ye.

Bushî got wî guhdarîya bernameyên derbarê sîyaset, parastin û aborîyê da ji serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî kirîye û ji wezîrên xwe yên karûbarên diravî, hêzûtêhnê û çandinê xwestîye ku biçine Bexdayê, digel hevberên xwe yên Îraqî kombin û binêhrinê ka Amerîka dikarît çawa alîkar bît.

Serok Bushî got Serokwezîr Malîkî li ber e ku ji civaka navneteweyî bixwazît ku soza xwe ya alîkarîyê bicih bînît ku berî niha soza 13 mîlyar dolaran alîkarîyê dabû, lê heta niha bi tenê 3 mîlyar dolar dayne. Wî got ew dê dîplomatên Amerîkî bişînît da ku alîkarîya Îraqê biken ji bo wergirtina wî diravî.

Serok Bushî li gotara xwe ya roja çarşembî girîngîya Îraqê di şerrê li dijî terorîzmê da dubare kir û got dinya dê bi bibîte cihekî xetertir û Amerîka dê bikevîte bixeterê ger Amerîka leşkerê xwe ji Îraqê vekêşît berî ku Îraqê bikarît hûkmî li xwe biket, xwe biparêzît û karûbarên xwe birêve bibet.

Serok Bush got El Qaîdê gotîye ew dixwazît li Îraqê ji xwe ra hewîngehê danêt, lê rê nadenê û ev peyame da terorîstan

‘‘Hisaba hindê neken ku em dê vegerîn berî ku peywira xwe, karê xwe temam dikeyn. Hisaba hindê neken ku sîyaseta li nav Amerîka dê min naçar biket. Ew nabît! Ez dê biryarên xwe ne li dû sîyasetê, lê dê li dû hindê bidem ka ya herî baş ji bo Amerîka çî ye.’’

Bushî got ew mezinahîya Amerîka ye ku mirov hizrûbîrên xwe bi azadî bêjin û bi nêzîkbûna hilbijartinan ew daxwazên ji bo xwevekêşana leşkerê Amerîka ji Partîya Demokrat zêde bibin, û got, ‘‘Ez dizanim dê dengên cida hebin ji Amerîka. Ew ji mezinahîya me ye. Mirov dikarin her çî tiştê ku dixwazin bêjin ji bo wergirtina dengan. Lê dengê min, ku ew raywergirtinên giştî û tiştên wesa çi dibêjin bila bêjin ew xebata Îraqê hêja ye, ew pêwîst e û em dê serbikevîn.’’


XS
SM
MD
LG