Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sri Lanka bi firoka êrîşî serhildayên Tamîl dike


Jêderên Lêşkerî dibêjin firokeyên şerrî yên Srî Lanka li rojhilata welêt li nêzî bajêrokê Mullativu li cîhên serhildayan da.

Ev êrîşên bi firoka li hember bûyera berê wek tol hildanê hate kirin. Di bûyera berê de mayinek di bin oteboseka tije xelkê sîvîl hatibû teqandin li ser rêyeke derve li parêzgeha Anuradapura ku 200 kîlometre li başûra rojhilata paytext Colombo ye.


Karbidestan dicîhda ev êrîş xistin stue Pilingên Tamîlî ji ber ku berê vê komeleyê ji bo êrîşên ser bi armancên leşkerî ve gelek caran mayinan bikar dihanî. Belê dibêjin êrîşa bo tolhildanê dê ne berfireh be. Serhildayên Pilingên Tamîlî dibêjin destê wan di wê teqandina mayînê de nebûye.

Paikiasothy Saravanamuttu tevî Navenda Reftarên Alternatif li Kolombo dibêje hikumet biryara xwe ya bo danûstendinên aştîxwaz didomîne û dibêje ‘‘Ka wê ev bibe yekemîn bûyer an destpêka şerekî mezin hêjî ev ne dîyar e. Divê ku ez bêjim hikumetê gotîye ew şerr naxwaze û çareyeke bi rêya danûstendinan dixwaze.’’

Di van mehên dawî de bi sedan kes hatine kuştin di zincîreke êrîşên tolhildanê de ku di navbera hêzên hikumetê û serhildayan de diqewimin. Pilingên Tamîlî daxwaza mafên zêdetir dikin ji bo kêmanîya netewî ya Tamîl li Sri Lanka.


XS
SM
MD
LG