Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush bo kombûnê li ser rêya Ewropa ye


Serok Bush di vê demê de li ser rêya Vîyana ye da li wir bi rêberên Ewropî re kom bibe. Wisa çaverê tê kirin ku wê kombûn li ser bernameya navokî ya Îranê, terorîzmê û bazirganîyê be.

Dibe ku Ewropî behsa mesela girtina girtîgeha Guantanamo ya li Kubayê jî bikin

Şêwirmendê Tenahîya Netewî ya Amerîka Sthephen Hadley dibêje meseleyên wek piştevanîya azadîyê, demokrasîyê û serkeftina di şer de babetên ku Bush dixwaze li ser bi peyive ne.

Di kombûnê de wê welatên bi hêz yên serekî bala xwe bidin çareserkirina pirsgirêka bernameya navokî ya Îranê belê peyamhinêrê Dengê Amerîka ku bi rêzdar Bush re li ser rê ye dibêje ew hîvîya agahîyeke zêde girîng nakin. Îran ev çendakî ye ku bala xwe dide pêşnîyarên ku bi piştevanîya Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî hatibûn pêşkêş kirin. Wê ev pêşnîyar wê bi şertê ku Tehran dev ji zaxkirina uranumê berde bêne bi cîh anîn.

Rêzdar Bush dibêje Îraneke bi çekên navokî ji hemu xelkan re dibe gefeke mezin belê eger bi temamî dev ji zaxkirina uranyumê berde wê berjewendîyên xweş bi destê wê bikevin.

XS
SM
MD
LG