Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush dest bi kombûnê dike bi rêberên Yekîtîya Ewropa ra


Serok Bush li Vîyana dest bi axaftina bi rêberên welatên Yekîtîya Ewropayê re kir. Wisa çaverê tê kirin ku kombûna bo rojekê wê bi giştî li ser meseleyên wek şerê dijî terorîzmê, bazirganîya navneteweyî û pirsgirêka navokî ya Îranê be.

Serok Bush vê sibê bi serokê Awusturyayê Heinz Fischer re kom bû. Serokatîya Yekîtîya Ewropayê di vê demê de di destê Awusturyayê de ye. Ev kombûn hatibû kirin berî kombûna di fravînê de bi Wolfgang Schuessel, Serokê Komîsyona Ewropî Jose Manuel Barroso û Serokê Reftara Derve yê Yekîtîya Ewropa Javier Solana re.

Beşdar xema xwe dîyar kirin li ser girtîgeha ji bo kesên ku bi şika terorîzmê tên girtin li Guantanamoya li Kubayê. Wisa çaverê tê kirin ku Ewropî zorê bidine rêzdar Bush ku reftara xwe ya li ser şerê dijî terorîzmê hinekî nermtir bike.

Rêzdar Barroso ji rojnameya Interntional Herald Tribune re got eger ji ber şerê li dijî terorîzmê xeter têkeve ser azadîyên sivîl û mafên sivîl dibe ku nirx û bawerîyên civata navneteweyî ji dest biçe.

Wisa çaverê tê kirin ku beşdar di dawîya rojê de daxuyanîyekê belav bikin bi daxwaza rêz girtina li mafên mirovan di dema şerê dijî terorîzmê de. Belê dezgehên ragihandinê dibêjin di amade kirina wê daxuyanîyê de tu behsa Guantanamo nehatîye kirin.

Nêzî hezar xwenîşander li Vîyanayê li dijî seredana rêzdar Bush xwenîşandan kirin.

Piştî Vîyana rêzdar Bush ji bo şahîyên 50. salvegera Şoreşa Macaristanê diçe Budapeşte.



XS
SM
MD
LG