Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du serbazêt Israelî û sê çekdarêt Felestînî nizîkî Xeze hatine kuştin


Wezîrê berevanî yê Israelê soz da ewê pê çêbibit biket bu vegerandina serbazekê Israelî ku li hêrişekê da roja yekşembî ji layê çekdarêt Felestînî hate revandin.

Amir Peretz gote peyamhinêran ku ew çekdarêt serbazê Israelî girtîye dê bi tundî hêne siza dan jiber hêrişa wan bu ser bingehekê leşkirê Israelî nizîkî Xeze.

Du serbazêt Israelî û sê çekdarêt Felestînî di wê şerî da hatine kuştin.

Serok wezîrê Israelî Ehud Olmert dibêjit Desthelatdarîya Felestînî berpirsyare biramberî wê hêrişê.

Serokê Felestînî Mehmûd Ebbas ew hêriş mehkum kir û hikumeta Hemasê daxaz ji revankara kir da çi zyanê negehînine wî serbazî.

XS
SM
MD
LG